26 December 2025 - 17:20
“5 şehîd û 21 birîndar di teqîna mizgefta Şîeyan de li Hums (Sûriye)”

“Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku di teqîna terorîstî ya mizgeftê de li taxa Taxa Wêdî Ez Zeheb (Wadi al-Zehab) li Hums (Sûriye), 5 kes şehîd bûn û 21 kes jî birîndar bûn.”

Li gorî ajansa nûçeyan Ehl-ûl-Beyt (s.x) – ABNA-Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê îro Înê ji rûdana teqînekê di hundirê Mizgefta Îmam Elî (s.x) de li taxa “Wêdî Ez Zeheb li parêzgeha Hums a Sûriyê ragihandin.

Ajansa fermî ya SANA, ku di bin kontrola hikûmeta [Ebdullah] El-Colanî de ye, ji zarê çavkaniyên bijîşkî ragihand ku di teqîna mizgeftê de li taxa Wêdî Ez Zeheb a Humsê de 5 kes şehîd bûn û 21 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî ewlehiyê di vê derbarê de ji SANA re got: Lêkolînên destpêkê nîşan didin ku teqîn li Mizgefta Îmam Elî (s.x) li taxa Wêdî Ez Zeheb a Humsê ji ber bombeyên ku li hundirê mizgeftê hatibûn danîn çêbûye.

El-Exbariyye El-Sûriyye jî ragihand ku ev teqîn li mizgeftê li taxa Wêdî Ez Zeheb a Humsê di encama bombeyên ku li goşeyekî mizgeftê hatibûn danîn û tijî nimêjkar bû, rû da ye.

Ehmed El-Şera’ [El-Colanî], yê ku xwe wekî serokê heyama veguherînê ya Sûriyê dibêje, salek piştî desthilatdariya xwe li Sûriyê, her çendî karîbû bi saya piştgiriya tam a Amerîka û welatên rojavayî yên din û hevpeymanên wan ên herêmî, wêneyê xwe di qada navneteweyî de baştir bike û ji bin barê dorpêçan (seksiyonan) rizgar bibe jî, lê qet nekariye rewşa navxweyî ya Sûriyê birêkûpêk bike û ev welat di nav pevçûnên mezhebî de maye.

……

Dawiya Peyamê /

Etîket:

  • Teqîna Xwekujî (Teqîna Enfîcarî)
  • Şîeyên Sûriyê
  • Mizgeft

Your Comment

You are replying to: .
captcha